TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentariya Gergerlîoglu lê hat vegerandin

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2021 19:02

PeyamaKurd – Parlamentarê HDPê yê bajarê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamentariya wî ji ber dozeke li ser parvekirineke twitterê hatibû xistin û piştre jî ew şandibûn girtîgehê ji nû ve vegeriya parlamentoyê.

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) biryara binpêkirinê li ser doza girtin û xistina parlamenteriya Gergerlîoglu dabû, dadgeha herêmî biryar ji parlamentoyê re şandibû û îro biryar hat xwendin.

Bi xwendina biryarê re Gergerlîoglu ji nû ve vegeriya parlamentoyê û wê erka xwe ya parlamentariyê berdewam bike.

Parve bike: