Parlamenterên DEM Partiyê li Japonyayê ne!
PeyamaKurd — Parlamentera Erziromê ya DEMê Meral Daniş Beştaş û Wekîlê Colemêrgê Vezîr Coşkun ji bo têkiliyên baş pêk bînin çûn Japonyayê.
Parlak û Beştaş serdana endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Japonyayê kirin û bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Japonyayê re hevdîtinek pêk anîn.
Piştre jî wekîlan serdana Komeleya Dostaniya Japonya û Kurdistanê kirin.
Beştaş di derbarê mijarê de bi rêya Xê daxuyanî da û wiha got:
“Serdanên me yên Japonyayê bi Parlamenterê me yê Colemêrgê Vezîr Parlak re berdewam dikin.
Me bi endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Japonyayê, rayedarên Wezareta Karên Derve, Wezîrê Parastinê yê berê û şêwirmendê taybet ê Serokwezîr re hevdîtin kir.
“Me serdana Komeleya Dostaniya Japonî-Kurd jî kir.”