TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlementer avêtin ser ofîsa serokê meclisê

Admin M
Nivîskar
📅 23 gulan 2019 01:42

PeyamaKurd- Li Cezayîrê parlementerên partiya serokkomarê berê Abdulaziz Buteflika yên Eniya Rizgariya Netewî ya Cezayîrê (FLN) ku dixwestin serokê meclisê Mûaz Bûşarib îstîfa bike, avêtin ser ofîsa wî. Nûçe ji aliyê televîzyona Echorouk Newsê de hat ragihandin.

Nûçe zindî hat weşandin û di televîzyonê de hat dîtin ku Bûşarib bi parlementeran re niqaşê dike. Parlementer bo Mûşarib gotin ku ew bi sedema gendeliyên di meclisê de tên kirin çûne wê derê û divê îstîfa bike. Bûşarib jî ragihand ku heya ji meqamên jorê bo wî ferman nê, dê îstîfa neke.

FLN do ragihandibû ku heya Bûşarib îstîfa neke dê xebatên xwe yên parlementoyê bidin rawestandin.

Parve bike: