TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Hinek ji kujerên Moise, li Amerîkayê perwerde bûne

Admin M
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2021 04:18

PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê yarbay Kenneth Hoffman li ser kuştina serokê Haîtiyê Jovanel Mosie ku ji kujerên wî hinek kes li Amerîkayê tevlî bernama perwerdê ya artêşê bûne û niha di binçav de ne ragihandinan kir. Di ragihandinê de Hoffman weha got:

“Dema em li arşîva xwe dinhêrin, kesên Kolombiyayî ku li ser kuştina Moise hatine binçavkirin, di wexta di nav artêşa Kolombiyayê de bûn û leşker bûn, tevlî bernama perwerdê û hînkirina artêşa Amerîkayê bûne û me tesbît kiriye.

Lêkolîn niha dewam dike û dê li ser mijarê nikarim bi hûrayî agahiyan bidim. Artêşa Amerîkayê bi nîzamî perwerdê dide bi hezaran leşkerên welatên hevkar yên weka Amerîka Başûr, Amerîka Orte û Karayîbê.

Ev perwerde, teşwîqê dike ku rêz li mafên mirovan bê girtin, rêz li serdestiya hûqûqê û lihevbûna wê bêgirtin, divê leşker bi demokrasiyê û sîvîlên hatine hilbijartin ve girêdayî be.”

Parve bike: