Cîhan
Pentagon: S-400 an F-35 û Patriot
PeyamaKurd- Berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê Charles Summers ragihand ku Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire wê di tekiliyên leşkerî de di navbera her dû welatan de encamên nexweş derên ortê û weha dewam kir: ”Eger Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire, wê nikaribe F-35 û Patriotan ji Amerîkayê bikire.”
Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî di mijarê de axifî û got ku niha pîlotên wan li wê derê kursê dibînin. Xebatkarên wan, xebatkarên teknîkî û zabitên wan li Amerîkayê perwerde dibin. Bi kîjan aqil û mantiqê dibêjin wê F-35an nedin?