Pêsiyê, qiyamet wê li Minbicê rabe!
PeyamaKurd- Rojnameya Amerîkayê New York Times çû Minbicê û ji bo pêşeroja bajêr nêrînên xwe parve kirin: “Pêşiyê qiyamet wê li Minbicê rabe!”
New York Timesê ji bo Minbicê cihekî fireh veqetand û li bajêr bi gelek aliyê cuda re axivî û rewşa bajêr û pêşeroja bajêr nirxand. Rojnameyê li Minbicê bi endamekî HSDê re axivî û peyvên vî endamî ji bo nûçeya xwe wekî sernav hilbijart: “Pêşiyê qiyamet wê li Minbicê rabe!”
New York Timesê wiha berdewam kir: Li Minbicê di kîlometrekareyekê de her kes heye. Li vir hêzên Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (YPG/HSD) û hêzên Amerîkayê gelekî nêzîkî hev in. Leşkerên Rûsyayê jî pir ji van ne dûr in.
NYT bi erkdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re axivî û fikrên wan wiha eşkere kirin: “Min li dijî IŞÎDê û Tirkiyê şer kir û niha jî ez li Minbicê me. Yanî cihê ku rêya her kesî tê re derbas dibe. Ev der cihekî pir piçûk e. Kê digot ku ev bajar wê ew qasî bala dinyayê bikişîne!
Endamekî HSDê yê bi navê Elî jî wiha axivî: “Wextê ku em zarok bûn li dibistanê, ku em ji xwe nedisekinîn, mamosteyê me digot, heke hûn biaqil nebin, qiyameta dinyayê wê ji vir rabe. Êdî wextê ku ez niha rewşa vî bajarî dibînim, ew mamosteyê min tê bîra min.