Cîhan
Pêwendiyeke awarte di navbera Trump û Pûtîn de çêbû
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pêşketinên dawî yên li Îran û Ukraynayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî.
Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê şerekî nû bi xwe re anîne.
Di demekê de ku êrîşên beramberî 10 roj in berdewam dikin, pêwendiyeke telefonî ya ji nişka ve çêbû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî.
Li gorî daxuyaniyek ji Kremlinê, Putin duh êvarê li ser rewşa Îran û Ukraynayê bi Trump re pêwendiyeke telefonî kiriye.