TR KU SO
FB X
Cîhan

Piştî 62 salan li Filîstînê dengdana ji bo şaredariyan dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 nîsan 2026 09:53

PeyamaKurd - Welatiyên Filistînî li Şerîda Rojava û beşek ji Kerta Xezeyê îro Şemiyê 25ê Nîsana 2026an ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên herêmî berê xwe dan ser sindoqan.

Ev hilbijartin, piştî 62 salan cara yekem e ku di vê astê de û piştî şerê dawî yê Xezeyê tên lidarxistin.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, li Şerîda Rojava mîlyonek û nîv û li navçeya Dêrelbeleh a Xezeyê jî 70 hezar welatî navên xwe tomar kirine.

Di pêşbaziyê de lîsteyên Tevgera Fetih û namzedên serbixwe rikeberiya hev dikin, lê Tevgera Hemasê bi ti lîsteyekê beşdarî hilbijartinan nebûye.

Ji ber krîza giran a elektrîkê li Xezeyê, biryar hat dayîn ku li Dêrelbelehê sindoq saet di 17:00an de werin girtin daku hejmartina dangan di bin ronahiya rojê de were kirin.

Serokê Filîstînê Mehmûd Ebbas vê proseyê wekî ezmûnekê ji bo pîvandina piştgiriya gel bikar tîne. Neteweyên Yekbûyî jî ev hilbijartin wekî derfeteke girîng ji bo mafên demokratîk ên Filîstîniyan di vê qonaxa dijwar de pênase kir.

Parve bike: