TR KU SO
FB X
Cîhan

Piştî daxuyaniyên DYAyê Larîcanî gefa Tengava Hurmizê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2026 19:43

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî di roja 11emîn a şerê ligel Amerîka-Îsraîlê de gefa Tengava Hurmizê xwar û got, yan wê ji bo her kesî bibe 'tengava aştî û aramiyê’ yan jî ji bo "şerxwazan" bibe 'tengava têkçûn û êşê'.

Alî Larîcanî bersiv da daxuyaniyên DYAyê yên derbarê nirxandina vebijarkên cuda de ku ji bo bi ewlehî hevkarî û parastina keştiyên li Tengava Hurmizê bikin.

Larîcanî li ser medyaya civakî de wiha got: "Tengava Hurmizê yan dê ji bo her kesî bibe 'tengava aştî û aramiyê’, an jî dê ji bo şerxwazan bibe 'tengava têkçûn û êşê'."

Aloziya Hurmizê

Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Dan Caine, îro 10ê Adarê di civîneke çapemeniyê de ku ligel Wezîrê Parastinê Pete Hegseth pêk anî ragihand ku Pentagon li rêyên parastina keştiyan digere da ku bi ewlehî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Caine got: "Em li ser vê mijarê vebijarkên cuda dinirxînin û her ku pirsgirêk derkevin em ê rêyên çareserkirina wan bibînin."

Parve bike: