TR KU SO
FB X
Cîhan

Piştî êrişên DYAyê Îranê li welatên Kendavê xist

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2026 14:29

PeyamaKurd - Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku artêşa Îranê wek bersiva li êrişên dawîn ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi dronan êriş biriye ser hedefên leşkerî yên DYAyê yên li Urdun, Kuweyt û Behreynê.

Li gorî nûçeya televîzyonê, li Kuweytê sîstemên radarê yên li Baregeha Hewayî ya Ali El Salem a li Kuweytê, sîstema parastina hewayî ya Patriot û depoyên sotemeniyê, her wiha li Baregeha Hewayî ya Şêx Îsa ya li Bahreynê navendên leşkerî yên DYA'yê bûn hedef.

Îranê diyar kir ku li nuqteyên leşkerî yên DYA’yê yên li Urdunê jî xistiye.

Artêşa Urdunê diyar kir ku 8 fuzeyên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin bêbandorkirin û di bûyerê de tu zîyan çênebûyê .

DYA'yê roja Çarşemê jî êriş bir ser baregeheke leşkerî ya li nêzî bajarê Îranşahr ê li başûrê rojhilatê Îranê.

Artêşa Îranê diyar kir ku di êrişê de 13 fuze hatin bikaranîn û di encamê de 7 leşker hatin kuştin.

Li ser gurbûna şerê li herêmê fikar zêde dibin. Wezareta Karên Derve ya Pakistanê bang li aliyan kir ku tundiyê bisekinînin û ji nû ve li muzakereyan vegerin.

Parve bike: