Planet Labsê belgeyên bernameya hilberîna mosekên balîstîkî ya Îranê belav kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku rêveberiya Îranê di nav hewla berfirehkirina moşekên dûravêj ên balîstîkî de ye.
Li gorî nûçeya Reutersê ku balê dikşîne ser hin belge û wêneyên 2 navendên hilberîna moşekên balîstîkî yên ji aliyê Planet Labs ve hatine belavkirin, Îran bernameya hilberandina moşekên balîstîkî ji bo dabînkirina moşekan ji Rûsya û komên milîs re berfireh kiriye.
Herwiha 3 berpirsên payebilind ên Îranê yên navê van nexwestine eşkere bikin jî berfirehkirina bernameya moşekên balîstîkî ya Îranê piştrast kirine.
Di belgeyan de girebesta Îran û Rûsyayê ya 2022yan hatiye bibîrxistin ku ji bo şerê Ukraynayê moşekên balîstîkî bo Rûsyayê were dabînkirin.
Herwiha ew moşek ji bo milîsên bi ser Îranê ve û bi taybet jî ji bo Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê têne hilberandin.
Li gorî wan belgeyên ketine destê Planet Labs a Amerîkî, li binkeya leşkerî ya Moderis û yekeya berhemanîna moşekan a Xocîr a nêzî bajarê Tehranê, zêdetirî 30 avahiyên nû hatine avakirin ku dora wan bi dîwaran hatine bilindkirin ku ew kargehên moşekan e.