TR KU SO
FB X
Cîhan

Polîsekî destgirtiya xwe ya parêzer kuşt û paşî xwe kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2026 20:28

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê İzmirê li navça Menemenê polîsê bi navê Aykut Erol ku li Hakkariyê dixebitî, li malê bi sedemekî ku nehat zanîn bi destgirtiya xwe ya parêzer Özge Penbegül re munaqeşe kir. Bi demança xwe li destgirtiya xwe xist û ew kuşt. Paşî jî bi demança xwe li xwe xist û xwe birîndar kir.

Rûdan serê sibê li taxa Tülbentliyê qewimî. Dema bûyer qewimî bav û diya Özge Penbegül li tatîlê bûn. Nîşana her du ciwanan jî di 3 yê Cotmehê de bû bû.

Polîs dema li destgirtiya xwe xist, destgirtiya wî li malê û dema li xwe xist, wî birin nexweşxana bajêr û polîs li nexweşxanê can da.

Tîmên tendurstiyê û polîsan cenazên her dû kesan birin morga Tiba Edlî ya İzmirê ji bo otopsiyê.

Parve bike: