Cîhan
Polonya 4 balafirên ser disîne Ukraynayê
PeyamaKurd – Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda, ragihand ku wê welatê wî 4 balafirên şer ji bo piştevaniya Ukraynayê di şerê dijî Rûsyayê de, ji Kîevê re bişîne.
Duda got ku ew plan dikin hejmarek balafirên MiG-29 bidin Ukraynayê û ew dê bibin yekem welatê NATO ku balafirên şer dide Ukraynayê.
Serokomarê Polonyayê eşkere kir, ew dê 4 balafirên şer ên dema Sovyetê hatine çêkirin, di demên pêş de radestî Ukraynayê bikin û hejmareke din jî piştî kontrolkirina wan radest bikin.
Hêjayî gotinê ye, Ukrayna ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve ji welatên Ewropayê daxwaza balafirên şer dike.