Cîhan
Pompeo Azerbeycan û Ermenistanê dawet kir Washingtonê
PeyamaKurd – Li gor ragihandina rojnama Politicoyê; wezîrê karên derve yê Amerîıkayê Mike Pompeo her dû wezîrên karên derve yên Azerbeycan û Ermenistanê Ceyhun Bayramov û Zohrab Mnatsakanyan dawet kiriye Washingtonê û her dû wezîr daweta Pompeo qebûl kirine.
Pompeo, wê ewilî bi Bareyramov re bicive û di peyde bi Mnatsakanyan re bicive. Di nûçeyê de hat ragihandin ku Pompeo hew daye da di nav heman rojê de her sê wezîr bihevre bicivin lê mijar hêj zelal nebûye.