Pompeo ji ber zêdekirina danûstandinên bi Çînê re hisyarî da Tirkiyê!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji rojnameya Washington Examiner a Amerîkî re li ser danûstandina Tirkiyê ya bi hin kompaniyên Çînê re hişyarî da û got, dibe ku hevkariya leşkerî ya bi hevalbenda sereke ya NATOyê asteng bike.
Pompeo wiha got: "Dibe ku danûstandina zêde ya Tirkiyê bi kompaniya Huawei û kompaniyên din ên Çînê re, hevkariya leşkerî ya Amerîkayê û hevalbenda sereke ya NATOyê asteng bike."
Pompeo bi bîr xist ku gelek agahiyên ewlehiyê niha li Tirkiyê hene û da zanîn: "Ev tê wateya ku ew di destê Partiya Komînîst a Çînê de ne. Ji lewra divê em ji berê bêhtir baldar bin."
Kompaniyên Huawei û ZTE yên Çînê di çend salên dawî de, gelekî li Tirkiyê bipêş ketine û pêwendiyeke wan xurt bi Tirkiyê re çêbûye ku Amerîka vê yekê ji ber agahiyên ewlehiyê yên NATOyê wekî metirsî bo pêwendiyên bi Tirkiyê re dinirxîne.