TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çînê pistgiriya xwe bo danûstandinên Hewlêr û Bexdayê diyar kir

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2020 18:21

PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Ging Şiwang, ji civaka navdewletî daxwaz kir ku ji çareserkirina kêşeyên li Iraqê alîkariyê bikin û piştgiriya xwe ji bo danûstandinên Hewlêr-Bexdayê diyar kir.

Li gorî ragihandina Konsûlxaneya Çînê ya li Herêma Kurdistanê, hikûmeta Çînê piştevaniya xwe ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ragihandiye.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku Nûnerê Çînê li NY Gîng Şiwang daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ku di çareserkirina krîz û arîşeyan de alîkariya hikûmeta Iraqê bê kirin.

Parve bike: