Cîhan
Pompeo ji Ewropayê xwest ligel Amerîka pistgiriya Kurdan bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Berlînê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku Amerîkayê alîkariyên bêhempa li Kurdan kirine û ji vê şanaz in.
Pompeo got, ‘Me ligel Kurdan DAIŞ tune kir. Em piştgiriya xwe (HSD) dewam dikin.”
Pompeo herwiha daxwaz ji welatên Ewropayê jî kir milbimil tevî Amerîkayê havkarîya Kurdan bikin.
Wezîrê Amerîkî diyar kir ku pêwîste ji bo krîza Sûriyê çareseriyeke siyasî bê dîtin û got, “Hêzên Amerîkayê hîn bi temamî ji Sûriyê xwe venekişandine û hê jî leşkerên Amerîkî li Sûriyê mane.”