TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin li ser Prigojin axifî: Mirovekî bi siyan bû lê xetayên wî yên ji dil hebûn

Admin M
Nivîskar
📅 25 tebax 2023 00:38

PeyamaKurd – Piştî mirina serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin ku balafira wî ketibû, serokê Rûsyayê Vladimir Putin li serê axifî. Putin sersaxiyê da malbata Prigojin û got:

“Ez ji salên 1990an de wî nasdikim. Karsazekî baş bû. Jiyana wî tevlihev bû lê xwediyê şiyanan bû û di jiyana wî de xetayên wî yên ji dil (ciddî) hebûn. Li ser qezayê lêkolîn dewam dike.

Berya qezayê Prigojin ji Afrîka dihat. Weke ez zanim, do ji Afrîkayê hat û bi rêvebiran re hevdîtin kir. Agahiyên ewilî nîşan didin ku xebatkarên Wagnerê li devera Tverê ne. Dixwazim bêjim ku di jiyana me ya civakî de keda wan ya zêde heye. Wagner li Ûkraynayê bi Neo Nazîzmê re gelek têkoşiya.”

Li gor şirovekarên siyasî yên dinyayê; di nav hene dibêjin ku Putin balafira Prigojîn daye xistin. Serokê Amerîkayê Biden bi guman li mijarê dinêre.

Parve bike: