TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin û Esed li Kremlînê civiyan

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2024 16:17

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed serdana Rûsyayê kiriye û di serdana xwe de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re li Qesra Kremlînê hevdîtin pêk aniye.

Kremlînê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di serdana xwe ya Moskowê de, li Qesra Kremlînê, ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ve hatiye qebûlkirin.

Kremlînê da zanîn ku hevdîtina Vladimir Putin û Beşar Esed şeva borî pêk hatiye.

Di daxuyaniya Kremlînê de hate diyarkirin ku Putin û Esed li ser tevahiya pêwendiyên navbera her du welatan û bi taybetî pêwendiyên bazirganî û aborî gotûbêj kirine û Putin nêrînên Beşar Esed ên di derbarê geşedanên Rojhelata Navîn de guhdarî kiriye.

Putin: Rewş ber bi aloziyeke mezin ve diçe

Di hevdîtinê de Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re gotiye: “Derfeta me heye ku em li ser hemû kompleksa têkiliyên xwe rawestin û van pêwendiyan bi pêş bixin. Mixabin, wekî em dibînin, rewş ber bi aloziyeke mezin ve diçe. Ev yek rasterast bi Sûriyeyê re jî têkildar e.”

Li aliyê din, Esed jî ji Putin re gotiye, “Li berçavgirtina hemû bûyerên ku îro li hemû cîhanê û herêma Avrasyayê diqewimin, civîna me ya îro pir gringtir dike û divê em hemî hûrguliyên pêşveçûna van bûyeran, li ser perspektîf û senaryoyên muhtemel gotûbêj bikin.”

Şayanî gotinê ye ku ev hevdîtina Putin û Esed, di roja salvegera damezrandina pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de pêk hat.

Rûsyayê di 2015an de, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de piştgiriyeke mezin a leşkerî û aborî dabû Sûriyeyê û rejîma Beasê ji hilweşînê rizgar kiribû.

Niha jî piştî dehan salên dijminahiyê hevdîtina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di rojevê de ye.

Jêderên siyasî di nirxandinên xwe de diyar dikin ku ev hevdîtina Putin û Esed, wê qedera hevdîtina Erdogan û Esed jî diyar bike.

Parve bike: