TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin û Medvedev cejna misilmanan pîroz kirin

Admin M
Nivîskar
📅 15 hezîran 2018 16:07

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokwezîrê Rûsyayê Dimitri Medvedev, ji hev cuda cejna Remezanê ya misilmanên dinyayê pîroz kirin.

Putin bi sedema cejna Remezanê peyamek belav kir û di peyamê de weha got:

“ Ew çend sale ku misilmanên Rûsyayê bi tevgerên xwe yên mînak di nava eqrebayên xwe û der û dora xwe de, bi tevgerên xwe yên mînak, bi jiyana xwe, bi lihevkirina di nava civaka Rûsya de, bi perwerde û alîkariyên xwe bûne weka mînak. Bo parsatina aştiya nava etnîsîteyan û olan ev gelek girîng e. Xebata misilmana ya di warê perwerdê û yarmetiyê de destek û rêzgirtinê heq dike.”

Serokwezîrê Rûsyayê Dimitri Medvedev jî di peyama xwe de got:

“Dewleta Rûsyayê mizgeftên nû ava dike, bo parastina heyiyên îslamî hewl dide da wan biparêze. Ez cejna Remezanê ya mislimanan pîroz dikim.”

Parve bike: