TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin: Xwe bo ser amade bikin

Admin M
Nivîskar
📅 25 hezîran 2019 02:20

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ferman da artêşa Rûsyayê da bo şer amade bin. Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu vê sibê bo çapemeniyê daxwuyanî da û got bo şer xwe amade bikin. Shoygu, ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi erka xwe ya serfermandaya dewletê, vê fermanê daye artêşa Rûsyayê ya li welat û hêzên li temamê Asya Navîn, hêzên hewayî û yên behrê ku bi temamê erka xwe ve, di halê şer de ne.

Shoygu, ragihand ku ku ev halê han wê di navbera 24 û 28 ê hezîranê de dewam bike û hemû hêzên artêşê bi hemû beşên xwe ve tetbîqatên giran bikin. Rûsya agahdarî bo hemû muxatabên xwe jî daye.

Parve bike: