Cîhan
Qalîbaf: Hûn soza xwe bicih neyînin, hûnê bacê bidin
PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, piştî êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser axa welatê wî, hişyarî da Washingtonê û diyar kir ku Amerîkayê bendên protokola lihevkirinê binpê kirine.
Qalîbaf li ser hesabê xwe yê tora civakî xala 5an a vê peymanê bi bîr xist, ku li gorî wê xalê diviyabû di nav 60 rojan de şert û mercên guncav ji bo derbasbûna ewle ya ji Tengava Hurmizê amade bibûna.
Serokê Meclîsê ragihand ku serdema peymanên yekalî êdî bi temamî bi dawî bûye û got: "Me ji we re gotibû; soza xwe bi cih bînin, nexwe hûn ê baca wê bi dijwarî bidin."