Cîhan
Qey Sarkozy ji Kaddafî pere sitendiye
Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy di dema hilbijartinên sala 2007an de, bi tewana ku bê ûsûl ji serokê Lîbyayê Muammer Qaddafî pere sitendiye, wê bê darizandin.
Di çend rojên berê de, serokê berê yê Faransayê Sarkozy bi gumana ku Qaddafî 5 mîlyon ewro pere dayê û di kampanya hilbijartina xwe de serfkiriye, hat girtin û îfade da dadgehê. Sarkozy tohmetê weka derewên çeteyên Qaddafî binav kir û mijara pera redkir.
Lê çend roj berê kurê Muammer Qaddafî jî heman tiştî qebûl kir.