Rapirsî: Demokrat, pistgiriya namzediya Biden dikin
PeyamaKurd- Li gorî rapirsiya nû, ji % 50 kêmtir ji Demokratên Amerîkî bawer dikin ku Serok Joe Biden divê ji bo gera duyemîn bibe namzed.
Di rapirsiyê de hat diyarkirin ku piraniya beşdaran gotin ku heke Biden wekî berbijarê partiyê were hilbijartin, ew ê di sala 2024an de jî piştgiriya wî bikin.
Associated Pressê, encamên rapirsiyê ku di navbera 13 û 17 Nîsanê de di nav hezar û 230 kesan de pêk hanî, weşand.
Li gorî hat diyarkirin, tenê ji % 47 ê dengdêrên Demokrat gotin ku ew dixwazin Biden dîsa bibe namzedê serokatiyê û ew hejmar di nav demografîkên ciwan de gelek kêm e.
Her wiha hat zanîn ku tenê ji % 25ê Demokratên di bin 45 salî de piştgirîya wî dikin lê ji % 81ê Demokratan gotin ku ew ê bi kêmanî dengê xwe bidin Biden heke ew berbijariyê bi dest bixe.
Li gorî lêkolînê, ji % 78ê Demokratan performansa serokomar dipejirînin, lê ev rêje bi giştî ji %42 ye.
Li gorî rapirsiyê, bi giştî ji % 56ê Amerîkiyan dibêjin ne pêkan e ku di hilbijartinên giştî de piştgiriyê bidin Biden, lê tenê ji % 26ê wan dixwazin ku serokê niha ji bo cara duyemîn bibe namzed.