Rawestgeha trênê ya Novi Sadê hilwesiya: 13 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Sirbistanê li bajarê Novi Sadê di encama hilweşîna sundurma çîmento ya rawestgeha trênê de, 13 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn. Bûyer, di wexta nîvro de çêdibe û sedema hilweşandinê nayê zanîn.
Serokwezîrê Sirbistanê Milos Vucevic çû ciyê bûyerê, ji rayedar û wezîrê karên navxwe ji Ivica Dacic, agahiyan sitend. Serokwezîr Vucevic di daxwuyaniya xwe de got ku ciyê betonê di sala 1964an de ava kirine, wê li ser bûyerê lêkolîn bên kirin. Eger îhmala kesî hebe wê hesabê bûyerê bidin.
Wezîrê karên navxwe Dacic jî ragihand ku piştî cesedên 5 kesan ji bin enqazê derxistine jimara miriyan gihaye 13 kesan û ji 4 birîndaran rewşa 3 kesan xerabe. Nafikirin ku cesedê kesî di bin enqazê de mabe.
Li ser bûyerê li seranserê welat ji bo 2 rojan şîna netewî hat îlankirin.