TR KU SO
FB X
Cîhan

Rayedarê Îsraîlî: Em li Iraqê jî wekî Sûriyê tevgeriyan

Admin H
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2019 04:11

PeyamaKurd – Rayedarekî leşkerî yê Îsraîlê ragihand ku wan li Iraqê jî heman wekî Sûriyê tevgeriyaye û dikarin li Yemen û Îranê jî ji bo rêgiriya dijminên xwe bikevin heman tevgerê.

Li gorî nûçeya Şerqûl Ewsedê ku dispêre çavkaniyên Independent Arabiayê rayedarê Îsraîlê di daxuyaniyên xwe yên derbarê operasyonên Îsraîlê yên li herêmê de gotiye, ew çawa li Sûriyê tevgeriya bin li Iraqê ketine heman tevgerê û ji bo rêgiriyê li dijminên xwe bikin, ew dikarin li Yemen û Îranê jî heman tiştî bikin.

Ev daxuyaniya rayedarê îsraîlî piştî bi çend hefteyan ji êrîşên li bajarê Selahadîn ê Iraqê ku bi ser kampa Heşda Şeibî û Hizbullahê de hatine kirin tê. Herwiha tê ragihandin ku êrîşa bi ser kampa Heşda Şeibî de ku hejmarek zêde kuştî çêbûn, bi balafirên F-35an hatiye kirin.

Wî rayedarê Îsraîlî herwiha destnîşan kiriye ku ji bo tunekirina hêzên Îran û Hizbullahê li Girên Golanê jî êrîşên wan zêde bûne.

Parve bike: