TR KU SO
FB X
Cîhan

Reîsî: Çavtirsandin bingeha polîtîkaya me ya derve ye!

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2023 00:04

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, konferansa salane ya dîplomatkarên Îranê de axivî û got, bihêzkirina çavtirsandinê bingeha polîtîkaya Îranê ya derve ye.

Li gorî ragihandina medya Îranê, Reîsî di civînê de bal kişandiye ser xetên polîtîkaya derve ya Îranê û gotiye ku zemîna polîtîkaya wan a derve li ser hevsengî û edaletê ye.

Herwiha Reîsî diyar kiriye: “Lê belê heger welatek dijminatiyê bi me re bixwaze, wê bingeha me berxwedan be. Pêşveçûna welat ne hêdî ye. Em ê paşde gav navêjin. Yek ji bingeha polîtîkaya me ya derve, bihêzkirina çavtirsandinê ye.”

Parve bike: