TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdan birî

Admin H
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2026 15:50

PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir ku di rojên borî de 5 xwepêşanderên dema dawî yên gelên Îranê, li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê cezayê girtîgehê lê hatin birîn û ew şandin girtîgeha Urmiyê.

Li aliyê din hat ragihandin berî çar rojan werzişvanê Kurd yê bi navê Hemîd Mihemedzade yê xelkê parêzgeha Xoresana Bakur, ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hat binçavkirin. Ji wê demê ve çarenûsa wî nediyare û ti agahiyek li ser nehatiye bidestxistin.

Parve bike: