Rejîma Îranê di meha borî de 67 kes bidarve kirin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê rapora meha Tîrmehê ya bidarvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weşand.
Li gorî rapora Hengawê rejîma Îranê di meha Tîrmeha 2026an de 67 kes bi darve kirin ku ji kesên hatine bidarvekirin 9 kes girtiyên siyasî û 2 jî jin bûn.
Hate diyarkirin ku Setayish Mohammadpur a ji bajarê Cehrom a eyaleta Kohgiluyeh û Buyer Ehmed a li Girtîgeha Şîrazê dihat ragirtin bidarvekirin. Her wiha hate zanîn ku Azam Geramî ya ji bajarê Yasujê ya girêdayî eyaleta Kohgiluyeh û Buyer Ehmed jî li Girtîgeha Yasujê hatin bidarvekirin.
Ciwanê Belûc ê 18 salî Meysem Irendeganî ku tê îdiakirin di 16 salîya xwe de tawanek kiriye jî hat bidarvekirin.
Di raporê de hate gotin: “Ji 67 bidarvekirinên ku di meha Tîrmehê de hatine kirin, tenê 8 kes anku ji sedî 12ê wan ji aliyê rayedarên fermî yên Îranî yan jî dezgehên medyayê yên girêdayî dadweriyê ve bi eşkereyî hatin ragihandin. 7 girtî bêyî agahiya malbata xwe û bikaranîna mafê hevdîtina dawîn bi awayekî veşartî hatin bidarvekirin û 2 girtî jî ji raya giştî re vekirî hatin bidarvekirin.”
Hêjayî gotinê ye, meha borî jî kesên di xwepêşandanên meha Çile û şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' de hatibûn binçavkirin jî di nav de herî kêm 9 girtiyên siyasî û olî, bi tohmetên ewlehiyê yên wekî şerê li dijî Xwedê, sîxurtî û tawanên bi vî rengî hatin bidarvekirin.
Ji kesên ku hatine bidarvekirin 22 Faris, 10 Kurd, 10 Azerî, 6 Lor, 5 Belûç, 5 Gîlek, 2 Tirkmen, yek Ereb û yek jî Efganî bûn û nasnameya etnîkî ya 5 kesan jî nehatiye zanîn.