TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêveberiya Trump ji bo bidawîbûna şer dîrokek da

Admin L
Nivîskar
📅 16 adar 2026 12:09

PeyamaKurd - Karbidestên payebilind ên rêveberiya Trump dibêjin ku ew geşbîn in ku şerê li Îranê wê di nav çend hefteyên pêş de an "zûtir" biqede.

Karbidest dibêjin ku her çend zirarên aborî yên demkurt hebin jî, bidawîbûna şer wê bibe sedema başbûna aboriya cîhanî û daketina bihayên enerjiyê.

Wezîrê Enerjiyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Christopher Wright, di daxuyaniyekê de ji bo medyaya welêt, behsa şerê li Îranê kir û got, "Ez difikirim ku ev şer wê di nav çend hefteyên pêş de bê guman biqede. Wê demê em ê zêdebûna dabînkirina petrolê û kêmbûna bihayê bibînin."

Wright herwiha tekez kir ku çêtir e ku meriv vê "êşa demkurt" tehemûl bike ji bilî ku destûr bide Îranê ku xwediyê çekên nukleerî be.

Parve bike: