TR KU SO
FB X
Cîhan

Rubio: Ez heta dawiyê di kabîneyê de dimînim

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2026 15:08

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve ê DYAê Marco Rubio di hevpeyvînekê de li gel rojnameya The New York Timesê nûçeyên di derbarê îstîfaya xwe de derewandin û ragihand ku planên wî her tiştî li gorî plana berê bi rê ve dibin.

Rubio diyar kir ku ew ê heta dawiya serdema serokatiya Donald Trump li ser erkê xwe bibe û got: "Ez bi rastî nizanim ev nûçe ji ku derê derketine. Ez ji karê xwe hez dikim."

Rubio di heman demê de bersiva pirsên li ser namzediya xwe ya ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2028an neda û red kir ku li ser paşeroja xwe ya siyasî biaxivim.

Wî bal kişand ser encamên hilbijartinên navîn û giranbûna buhayê sotemeniyê, lê piştgiriya xwe ji bo gav û biryarên Trump dubare kir û ragihand ku hinek biryarên siyasî tevî astengiyan jî ji bo pêşeroja welat pêwîst in.

Parve bike: