TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî Amerîkayê bi petrolê tehdîd kir

Admin M
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2018 22:40

PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand û got; eger Amerîka nehêle Îran petrola xwe bifroşe, wê ne mumkun be ku dewletên herêmê jî petrolê bifroşin.

Li gor ragihandina li ser înternetê ya serokkomariya Îranê Rûhanî do li Îsvîçreyê bi xelkê re hat cem hev û berteka xwe bo Amerîkayê nişan da. Rûhanî got ku Amerîka dixwaze bi temamî firotina petrola Îranê bide rawetandin û weha dewam kir:

“ Vateya vê gotinê nizanin ji ber rêvebiriya Amerîkayê gotiye ku dê yek dilopek petrolê bi Îranê nedin firotan. Ev tê vateya ku dê temamê dewletên herêmê petrolê nefroşe. Eger petrola Îranê nê firotin, dibe ku petrola dewletên herêmê bê firotin? ”

Rûhanî mijarê bi çi awayî û di çi wateyê de gotiğe, bi berfirehî şirove nekiriye. Lê ev tê vateya tehdîda li ser dewletên herêmê û Amerîkayê.

Parve bike: