TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî: Em zen dikin ji esmanan em hatine erkdarkirin, lê…

Admin H
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2019 21:04

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Tehranê ji bo qedexekirina înternetê li hemwelatiyan got, “Me bi astengkirina înternetê şaşî kir.”

Rûhanî wiha axivî: “Em zen dikin me ji esmanan (îlahî) hatine erkdarkirin û dikarin fermanan ji bo yên rûyê erdê derxin. Lê belê tiştekî wiha nîne.”

Hesen Rûshanî di axaftina xwe pêşketina teknolojiyê bibîr xist û mikur hat, “Têkoşîna dijî daxwazên giştî yên gel nerast e, ne yasayî û ne meşrû ye. Nabe em li dijî îradeya raya giştî şer bikin. Berxwedana li dijî teknolojiyê û geşedanên nû, nêzîkatiyeke paşmayî ye.”

Parve bike: