Cîhan
Ava serê Rûhanî germ dikin: Rûhanî casûsê Amerîka ye
PeyamaKurd- Pirtûkeka ku ji aliyê nivîskarê Îranî Kamran Gazanferî de hat nivîsandin, tê de dibêje ku serokê Îranê Hesen Rûhanî, bi tewana ku “di dema şah de Hesen Rûhanî bi SAVAK a şah re dixebitî û dixwest Komara Îslama Îranî ji ortê rake” tê tewanbarkirin.
Pirtûk, di şertên înternetê de hatiye belavkirin û e-kitap e. Navê pirtûkê “Di yek nerînekê de Rûhanî” ye. Li Îranê, Wezareta Rewşenbiriyê û ya Îrşadê îzin nedaye ku pirtûk bê çapkirin.
Di pirtûkê de tê gotin ku bo Rûhanî bibe serokkomar, piraniya dengan bidest nexistiye û divê meclis li ser vê mijarê raweste. “Rojnama Îranê” ku ya dewletê ye, bo van agahiyan got ku ji wan re çi “bingeh” tine ye.