TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî soz da ku bi projeya trênê Sûriye û Iraqê bi Derya Spî ve girê bidin!

Admin H
Nivîskar
📅 14 gulan 2021 23:59

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî soz da ku bi rêya avakirina xeta trênê ya di navbera bajarê Şelemçe yê Îranê û bajarê Besra yê Iraqê de, herdu welatan bi Derya Spî ve girê bide.

Rûhanî ew projeya trênê wekî projeyeke pir girîng bi nav kir û got, dê her du welatan bi Sûriyê û herêma Deryaya Spî ve girê bide ku proje dê guhertineke mezin li herêmê pêk bîne.

Rûhanî daye xuyakirin ku bajarên Ebdan, Şelemçe û Xermeşher li herêmeke stratejîk a girîng dikevin û diyar kir, bi rêya peymana bi Iraqê re ya girêdana xeta trênê di navbera bajarên Şelmece û Besrayê de, wê proje guhertineke mezin li herêmê çêke.

Herwiha li gorî çavkaniyan, avakirina xeta trênê ya ji Îranê heta Deryaya Spî di çarçoveya bendên rêkeftina navbera Çîn û Îranê tê pêkanîn.

Parve bike: