TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya 16 car agir da fuzeyên xwe yên balîstîk

Admin M
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2019 02:32

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê, di çarçoveya bernameya 2019an de, di tetbîqata sîlihên nukleerî yên stratejîk de, 16 car fuze avêt. Wezaret dîmenên tetbîqatê li medya cîhanê belav kir. Rûsya fuzeyên RS-24 Yars, R-29RMU û 16 fuzeyên seyr û balîstîk di tetbîqatê de berdan hedefa wan û li hedefê xistin.

Rûsya li başûrê welatê xwe sîstema parastina fuzeyan jî danî û ev bo Amerîkayê weka şavtirsandinekî hat qebûl kirin.

Tetbîqata Rûsyayê berê hatibû ragihandin ku dê bêkirin û ji aliyê Amerîka û NATO de bertek hatibû nîşan dan.

Parve bike: