TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Amerîka ji YPGê re 20 baregeh ava kir

Admin M
Nivîskar
📅 02 adar 2018 21:33

Li gor rapora Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê; Amerîka di herêmên di bin kontrola YPGê de, ji YPGê re 20 baregehên leşkerî ava kiriye.

Cîgirê sekretêrê Komîta Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Aleksandr Venediktov ragihand ku Amerîka aştî û aramiya Sûriyê xerab dike ku yek ji wan jî bo YPGê avakirina 20 baregehên leşkerîne û mudaxeleyên derve ne.

Rêvebirê Rûsyayê got ku gotinên Washingtonê yên li dijî terorê û kiryarên wan  ji hev dûrin û weha dewam kir: “Wekî din jî Amerîka li El Tenefê sehayeka bi mezinahiya 55 km çargoşe îşxal kiriye û ev jî ecêbe.”

Rûsya got ku do Amerîka 600 leşkerên bi alavên zirxî yên deryayî û hêzên taybet sewqê Tenefa ser sînorê Iraq-Sûriyê kirine.

Parve bike: