TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: "Me li Derya Reş li 2 keştiyan xist"

Admin M
Nivîskar
📅 08 tebax 2026 13:48

PeyamaKurd – Rûsya ragihand ku di Derya Reş de li 2 keştiyên barhilgirê ziwa xistiye. Di keştiyan de alavên leşkerî yên artêşa Ûkraynayê hebûne.

Daxwuyanî ji aliyê wezareta bergiriyê ya Rûsya de hat kirin. Wezaretê ragihand ku ji bejayiyê bi çekên hassasiyeta wan bilind û bi dronan li wan her 2 keştiyan xistiye.

Rûsya her weha got ku di lîmana Yujniyê de, tankên petrolê û yên don jî xistine ku ew jî ji bo Ûkraynayê veqetandibûn.

Rûsya got ku di hefta dawiyê de, li 34 keştiyên ku ji Ûkrayna re sîlihan dibirin xistine û 8 jîngehan jî xistine destê xwe.

Parve bike: