TR KU SO
FB X
Cîhan

Saad Herîrî çû Erebistanê

Admin M
Nivîskar
📅 28 sibat 2018 21:03

Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî li ser daweta qralê Erebistana Si’ûdî çû payîtext Riyadê. Herîrî dê bi Qral Selman û Welîahd Mihemmed re hevdîtinan bike.

Mijarên ku Herîrî li ser wam hatiye dawetkirin û wê li ser kîjan babetan biaxifin ji çapemeniyê re nehat diyarkirin.

Herîrî hatibû dawet kirin bo Erebistanê û tenê gotibû ku wê di demeka kurt de here seredana Erebistana Si’ûdî.

Parve bike: