Cîhan
Sanders: "Em bibiryar in mueyideyên nû li ser Rûsyayê bisepînin"
PeyamaKurd -Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê diyar kir ku birêveberiya Koşka Spî bibiryar e mueyideyên nû li ser Rûsyayê bisepîne û di demeke kurt de wê bê eşkere kirin.
Li gor daxuyaniya ajansa Reutersê birêveberiya Koşka Spî bibiryar e ku mueyideyên nû li ser Rûsyayê bisepîne û dê di demeke kurt de bê eşker kirin.
Beriya niha Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haleyê jî ragihandibû ku dê zextên nû li ser Rûsyayê bisepînin.