Şandeya bilind a Îranê ji Swîsreyê vegeriya
PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku şandeya payebend a welatê wan bi serokatiya Serokê Meclîsê Mihemmed Baqir Qalîbaf, piştî dîplomasiyeke mezin a 18 saetan a li bajarokê Bürgenstockê yê Swîsreyê, îro ber bi Tehranê ve vegeriyaye.
Duh di civîna bilind a rûniştina yekem a di navbera Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Mihemmed Baqir Qalîbaf de kiribû ku bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê ji bo mîsogerkirina aştiyeke mayînde hatibû lidarxistin.
Ajansên nûçeyan ên Îranê ISNA û Tasnimê aşkere kirin ku her çend şandeya siyasî ya bilind vegeriyabe jî, şandeya teknîkî ya Îranê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Kazem Xerîbabadî li Swîsreyê maye.
Tîma Xerîbabadî dê li Bürgenstockê rûniştinên xwe yên hûrgilî li ser xalên "Peymana Îslamabadê" (bi taybetî li ser rakirina dorpêçan, vekirina rêyên deryayî û ewlehiya Tengava Hurmuzê) ligel pisporên Amerîkayî bidomîne.
Di lûtkeya 18 saetan a duh de, ji bilî Qalîbaf, ji aliyê Îranê ve wekî şandeya sereke Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Civîna Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Baqirî û Serokê Bankeya Navendî Evdilnasir Hîmetî beşdar bûbûn daku daxwazên darayî û ewlehiyê yên Tehranê pêşkeşî şandeya Koşka Spî bikin.