Satterfield: Ezê ji bo were ser rêya rast fisarê li Tirkiyê bikim
PeyamaKurd - David Michael Satterfield ku çav li rê ye bibe balyozê Amerîka yê Tirkiyê ragihand ku ew dê derbarê mijara S-400an de fişarê li Tirkiyê bike daku biryara xwe ya rast a stratejîk bide.
David Michael Satterfieldê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji bo bibe balyozê Enqerê namzed hatiye nîşandan, li rûniştina Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Satterfield li ser pirsa radestikirina F-35an û S-400ên rûsî got, "Tirkiye bernameya F-35an dixe nav xeteriyeke mezin û dê rûbirûyî dorpêçan were.”
Satterfield diyar kir ku pêwîste Tirkiye di navbera F-35 û S-400an de hilbijartinekê bike û got, "Heger balyoztiya min bê pesendkirin, ezê ji bo Tirkiye biryara rast bide fişarê li ser wan bikin.”