Cîhan
Sefareta Rûsyayê ya Ankara: “Teqdîr ya we ye”
PeyamaKurd- Sefareta Rûsyayê ya Ankarayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de, du peyaman da ber hev û weşand. Teqdîra peyamê jî bo xwendevanan hişt. Di peyamê de li aliyekî gotina wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku gotiye: “Em piştgiriya Tirkiyê dikin” û li aliyê dinê jî : “Ji Amerîkayê bo PKK ê budçe” hat danîn.
Piştî ku sefaret vê parvekirinê di ser hesabê xwe yê medyayê de kir, li binê peyamê jî weha got: “Em teqdîrê bo we dihêlin.”