Şer belavî Kendavê bû: Îranê êrîşî hemû baregehên Amerîkî yên li herêmê kir
PeyamaKurd – Piştî nîvroya îro, 28ê Sibata 2026an, Îranê qonaxa duyem a tolhildana xwe da destpêkirin û bi dehan mûşek ber bi baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Behrêyn, Qeter, Îmarat, Kuweyt û Urdinê ve avêtin.
Ajansa nûçeyan a Tesnimê ragihand ku hemû baregehên Amerîkî yên li herêmê niha di armanca mûşekên wan de ne.
Ev yek nîşan dide ku Tehranê biryar daye ku bi temamî hêzên Amerîkayê ji herêmê derxîne yan jî wan bike berdêla êrîşên li ser Tehranê.
Li paytexta Îmaratê, Ebû Dabî, dengê teqînên mezin hatin bihîstin. Ajansa fermî ya Îmaratê ragihand ku di encama xistina mûşekekê de welatiyekî wan jiyana xwe ji dest daye.
Hevdem, li nêzîkî baregeha El Udeyd a li Qeterê, ku mezintirîn baregeha hewayî ya Amerîkayê ye li herêmê, rêze teqîn çêbûne. Welatên mîna Urdin û Kuwêtê ragihandin ku wan bi dehan mûşekên ku ketine qada wan a asmanî li esman bêbandor kirine.
Yek ji nûçeyên herî krîtîk ji Behrêynê hat. Ajansa nûçeyan a Behrêynê piştrast kir ku navenda xizmetguzariyê ya Flota 5emîn a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê rasterast bi mûşekan hatiye lêdan. Ev flot (fîlo) berpirsê ewlehiya deryayî ya li Kendava Faris, Deryaya Sor û Okyanûsa Hindî ye. Lêdana vê navendê dikare tevgera keştiyên şer ên Amerîkayê li herêmê bi giranî asteng bike.
Dema ku Netanyahû û Trump operasyona "Kûrena Şêr" ragihandin, diyar bû ku armanc hedefgirtina kûrtir a binesaziya Îranê ye. Lê bersiva hevdem a Îranê ya li seranserê welatên Kendavê, nîşan dide ku Tehran amade ye hemû herêmê bikişîne nava vî agirî. Niha asmanê Rojhilata Navîn bi temamî ji bo firînên sivîl girtî ye û mûşekên balîstîk ji her alî ve diçin û tên.