Serkirdeyê sunîyê Iraqê Nuceyfî ji bo hilbijartinên pêswext bi balyozê Amerîka re civiya
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya El Iraq Mutehedun Usame Nuceyfî serdana Balyozê Amerîkayê li Bexdayê Mattio Toller kir û derbarê hilbijartina pêşwext a Iraqê de hişyarîya ewlehiya hilbijartinan da û daxwaza piştgiriya navdewletî kir.
Usame Nuceyfî ku serkirdeyekî erebê sunîyê Iraqê ye ji Mattio Tollerî re di hevdîtinê de gotiye, heger ewlehiya hilbijartina pêşwext a perlemantoyê ya meha Cotmehê li ber çavan neyê girtin û aliyên navdewletî piştevanî û çavdêrîyê neke, wê negihê amanca xwe û şikestê bîne.
Serkirdeyê ereb ji Mattio Toller re daye zanîn, beriya hilbijartina pêşwext divê milîsên çekdar ên Heşdî Şabî ji nava bajaran derkevin û zorê li xelkê nekin.
Mattio Toller di civînê de daye xuyakirin, divê hêzên navdewletî çavdêriya proseya encamdana hilbijartinan bikin ji bo îradeya xelkê Iraqê di encamên hilbijartinan de were dîtin.