TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê CNN ê: Giraniya xwe bidin ser ezilkirina Trump

Admin M
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2019 01:26

PeyamaKurd- Qeydiyên serokê televîzyona CNN ê Jeff Zucker ketin ser medya civakî û tê de ji xebatkarên xwe dixwaze giraniya xwe bidin ser nûçeyên ku Trump bi wan ezil bibe an ku ji serokatiyê bikeve. Ragihandin ji aliyê kesekî bi navê ku xwe weka “rojnamevanê gerîlla” da nasîn yê bi navê James O'Keefe e û di ser hesabê xwe yê twitterê de deng û dîmenên Zuncker û xebatkarên wî belav kir.

Li gor ragihandinê Zucker di civîneka serê sibê de bo xebatkarên xwe axaftinekî kiriye û weha gotiye:

“Yên din ne xema min in, tenê bala (giraniya) xwe bidin ser ezla Trumpî.”

Zucker hem ji xebatkarên xwe xwestiye ku xebatkarên wî yên ku hevaltiya wan bi senatorê Komarî bi Lindsey Graham re hene, bila dev ji hevaltiya wî berdin.

Di parvekirinê de vîdeoyekî koordînatorê CNN ê yê Nick Neville heye û weha dibêje:

“Serokê CNN ê Zucker li hemberê Trump kîneka wî ya şexsî heye. Dê ev bo Trumpî baş nebe. Zucker ji Trumpî nefretê dike.”

Parve bike: