TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Înterpolê wenda bû

Admin M
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2018 20:14

PeyamaKurd- Polîsê Fransayê ragihand ku serokê Înterpolê Meng Hungwei wenda bûye û bo bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin. Hat ragihandin ku Meng di dawiya êlûnê de çûbû welatê xwe Çînê û ji Çînê car din nevegeriyaye.

Fransa ragihand ku serokê rêxistina navdewletî ya polîsan (İnterpol) di 29 ê êlûnê de çûye welatê xwe û car din ti agahî jê nestendine. Meng di sala 2016an de hatibû hilbijartin û navenda Înterpolê li bajarê Fransayê li Lyonê ye.

Jin a Meng di derbarê mijarê de bi Fransayê re ketiye nav têkiliyan û îfade daye polîs.

Parve bike: