Cîhan
Serokkomarê berê yê Gurcistanê Saakasvili hat binçavkirin
PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Gurcistanê Mihail Saakaşvili piştî 8 salan dageriya welatê xwe û hat binçavkirin. Garibaşvili di civîna çapemeniyê ya awarte de ragihand ku di derbarê Saakaşvili de biryara girtinê heye û ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatiye binçavkirin.
Wezareta navxwe li ser palana hatina Saakaşvili ji Ûkraynayê berê xwediyê agahiyan bûye û got ku ev pêvajo bi temamî di bin kontrolê de bûye. Li gor ragihandina Garibaşvili, niha Saakaşvili hatiye neqilkirin bo dezgeya înfazê.