Cîhan
Serokomariya Iraqê daxwaza lêpirsîna bilez û cezakirina êrîskaran kir
PeyamaKurd – Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşa ser ofîsa PDKê ya Bexdayê nayê qebûlkirin û daxwaz kir, lêpirsîneke bilez derbarê tawanbaran de were destpêkirin û êrîşkar werin sizadan.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şewitandina avahî û cihên giştî ne li berjewendiya welat in û aştiya civakî û siyasî dixin metirsiyê.
Li ser şewitandina Ala Kurdistanê jî hatiye diyarkirin ku Ala Kurdistanê xwedî pêgeh, dîrok û rêzgirtinê ye û şewitandina wê nayê qebûlkirin.