TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Iraqê Ali Zeydi diçe Amerîkayê

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 11:10

PeyamaKurd - Berdevkê hikûmetê Heyder Ebûdî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku Serokwezîr Ali Falih Zeydi ji bo beşdarbûna di rûniştinên Giştî yên Neteweyên Yekbûyî de û pêşkêşkirina gotara fermî ya Iraqê, dê di hefteya bê de serdana Amerîkayê bike.

Di çarçoveya vê serdanê de, Zeydi dê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump û gelek serokên cîhanê re bicive, her wiha dê beşdarî civîna Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê jî bibe.

Ebûdî bal kişand ser wê yekê ku 30ê Îlonê dê bibe "astengeke serweriyê" ya girîng di navbera Bexda û Washingtonê de û destnîşan kir ku bi vî rengî peywendiyên du welatan dê ber bi qonaxa hevkariya aborî ya demdirêj ve veguherin.

Parve bike: